Lapere Destpeke
  Pirsyar  u  Bersiv
  Islam   u    Jiyan
  Hozan  u   Edeb
  Bo Rewshenbirya Te
  Gotar   u   Mohazere
  Awaz   u    Sirod
  Peywndiya Ekser

Untitled Document

Dilo rabe
shex noredînê brîfkî

 

dilo rabe bike karê bisu desta li maldarê

neke kislanu yek carê dest hiline bike ixtîyarê

bike ixtîyarê li dinyaê weku adem u hewayê

yeqîn tuj çîye fenayê lew pas dibî sermîzare

lew pas dikî gelek sermê mirin heqqê te ser me

evru bazara te germe tu bes bike beyu bazare

tu bes bike beyu sira to terk bike mal u kura

wekî merdê sahib sera wekî alanu exyarê

wekî alan u eshaba to terk bike xurd u xaba

bes bikin zewqu seraba gun nedin nefsa keffarê

beje nefsê to rewiste nexu qewî ya sermestê

Li bu hilan ya serheste ew kafirê seya hare

gelek serme tu her hukî hemî sula b dilê xukî

dê tu axê biserê xu kî ev ci kesbe ev çi kare

ev çî kesbe te hilgirtî vîyana dinyayê tu girtî

cemî dikî kirt u pirtî bese imrê te evare

çema malî fayde nîne tu qenc bizane biyeqine

qet xîlafu xîk te nîne bqewlê ehlê ebrare

Bqewle nebîye îmanê zikrê xudê subhu same

lazime lser xasu amê bi kitabu bi guftarê

dilo gel tu nefî zakir bi îzayê nebî sabîr

li pes mewlayê dbî xasîr cezayê te ager u nare

dilo buçî we nizanî her wekî gurg u heftiyare

wekî gurg linav berxa wekî teyrê liser ferxa

sev u ruja di xafil bu li ser feilê di batil bu

bi durî sexe kamil bu bi çend salî di hejmare

tuyê dinê bi sewdayê talibe malî dinyayê

torîke emre mewlayî rusîyahu gunehkare

gunehkarî bê hed gelek ebdekê bê nanu nimek

burê xirab gerya felek imrê te çu bi xîsare

imrê te çu tube ne kir li dinyaê te bes ne kir

te bes zanîu emel ne kir heta kengî ..... hisyare

heta kengî ey bed emel te yê kirye tulîl emel

gehîste te mirînu ecel tu dê kengî keye kare

tu dê kengî keye îbret bila bes bit bey u sîret

te ne kespe te ne xîret te ne ehde ne qerare

tu guh bigre ve gutinê ji bîr nekey qebrîu mirinê

daîm her quran xwandinê bu quluba xus sefarê

.....çî....zikrê ....., ji bu ehlê musilmane

jengî dbit ji qelbane bi qewlê ehlê ebrare

bi qewlê ellahu ehed fayde nadit mal u weled

tu terk bike buxlu hesed bizane ew çî xisare

dilo buçî nakey karî daîm bikey girî u zarî

mekanê te qebrê tarî te ne bangeu ne heware

te çî bangu hewar nîne mekanê te zerzemîne

meded ya nebî Nurî ne me ber te bang u heware

meded ya Ebal Qasîm tuyî sultan tuyî hakîm

Ezê asî temennakim tuy sefie gunehkaran

meded ya xewse Geylanî tu sehbazî u sultanî

Tu b'halê me 'a'sîyan zanî der wextê tengu dijwar