Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê gelekî ku hatiye bindesthî?tin e, di îmkana pê?dexistina saziya netewî û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pê?xistina ziman û çand, hebûnên civakî û dîrokî ve hatiye bêparhî?tin. Zimanê Kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye e?kerekirin. Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pê?dexin, bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihî?tine. Yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya ?exsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rew?a îstisnaî ya Kurdistana Iraqê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welêt kirine. Li Kurdistana Iraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ku encama têko?îna netewî ya bêwestan û bênavber bûye û pi?tre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema ?erê salên 60'î, li vî perçê Kurdistanê, wisa lê hatiye ku hejmara ronakbîr û saziyên ku li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vî perçê welêt mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van ti?tên ku li ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistanê bindest kirine û yên hin der û dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnî?an bikin, ku ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi armanca ilmî lê bi ya siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li nav gel bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro hebûna gelê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek perçeyek ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nî?andan. Li ser zimanê Kurdî jî îdîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad(Tirkên çiyayî) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind (sunî) ê ku, ji çend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye.
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek sathî bi ?a?çûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî serbixwe ye, zaraveyeke ji Farisiya kevin û yan jî ya nuh. Yên ku li ser zimanê Kurdî tehlîlên ?a? ên qestî kirine yan jî bi nezanîn ?a? çûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî zaraveyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pe?kar kirine gelek zêde ye.
Li aliyê din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetoak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihî?tine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî, morfolojî û sîntaksa zimanê Kurdî hatine kirin, nî?an dane ku zimanê Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedî dîrokeke taybetî ya pê?veçûnê ye û yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin.
Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndû-Awrûpî ye, dikeve nav ?axê zimanên Iranî û di vir de jî, ji grûba Iraniya Bakurê Rojava tê hesabkirin. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û rêçik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin zimanan, hin zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de hesibandine. Zimanên dinyayê dabe? dibin ser van malbatên zimanan:
Malbata zimanên Hîndû-Ewrûpî
Malbata zimanên Samî: Erebî, Ibramî û Aqadî dikevin nav malbatê.
Malbata zimanên Bantû: ji hin zimanên Afrîka Ba?ûr û ya navîn pêktê.
Malbata zimanên Cînî: Ji zimanên Cînî û Tîbetî pêk tê.
Malbata zimanên Ural-Altayî: Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî, Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî, Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin.
Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du be?.
Be?a Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Latînî û yên Slavî dibe sê ?ax.
Di ?axê zimanên Ermenî de Swêdî, Norwecî, Danîmarkî û Islandî hene ku ev zimanê Iskandînavî ne. Pi?t re Flamanî, Almanî û Ingilîzî jî di vî ?axî de ne. Zimanên Latînî ji; Portekîzî, Ispanyolî, Fransî, Italî û Romanî pêk tê.
Di ?axê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî (Polonî) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî (Albanî) Lîtwanî, Keltî û Baskî ji dikevin be?ê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî. Di besê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Iranî dabe? dibe li ser esasê zimanên Hîndî û yên Iranî. †axê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya Iroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûoûrayî, Pencabî û Senegalî pêk tê.
Di ?axê zimanên Iranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), Avestayî, Sogdî, Belûcî, Pe?tûyî, Osetî û Kurdî hene. Zimanên Iranî ji alî avabûna rêzimanî dibin çar be?: Kurdî di grûba Iraniya Bakurê Rojava û farisî di grûba Iraniya ba?ûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna xwe jî di bin sê be?.
Zimanên Yekkîteyî: Zimanê Cînî û Tîbetî ji vê grûbê ne.
Zimanên dûvgir: zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne.
Zimanên tewangbar: Zimanên Hîndû-Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabe?kirinê, zimanê Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar. |