Bi soranî Meala Qur’ana Kerîm Bi Herfên Latînî
1 / SÛRETA FATîHE
1. Benawî xuway bexşende u mîhreban ( benawî ew xuwayey kantayê rehmet u soz u bezêye ) .
2.Sipas u stayş her şaystey xuwaye u bo xuwaye , ke xawen u perwerdegarî hemû cîhaniyan u hemû bûnewere .
3.Bexşndew û dilovane , kantay rehmet u mîhrebaniye ( rehmetî le diniyada hemû şiteskî terto tewe , bepam le qiyametda tenha bo îmandarane ) .
4. Xawen u serdarî rojî sadaşt u sezaye ( sadaşî rojî qiyamete ke dadserwerî rehaw be sinûrî teda bersa dekat ) .
5. Xuwaye , tenha her tu denerstîn u her letoş daway yarmetî u neştîwanî dekeyn ( le karubarî dîn u diniyamanda , bekesî tir le bedekant nakirset ) .
6.: xuwaye berdewam rednimuwîman bifermû bo em rebazî rast u dirustî îslame .
7. Ke bername u rebazî ewaneye le nazu nî'metî xot behrewert kirdûn , nemanxeyte ser rebazî ewaney xeşm u qîniyan letîrawe ( behoê ewewe deyzanin u layandawe ) , herweha nemanxate ser rebazî ewaneş , ke serterdan u tumên ( behoê lasarî u yaxî bûn u nezanîniyanewe ) .
Meala Qur’ana Kerîm (Fikrî Amedî )
1 / SÛRETA FATîHE
Li mekkê hatiye daxistin. Heft (7) ayet e. Ji bona ku di Qur’anê de Sûreta yekemîne loma ev nava girtî ye. Fatîhe tê mana vekirinê
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehim
1- Bi navê Xwedayê Rehman û Rehim
2- Hemd, ji bo (Wî) Xwedayê Rebbê alemê ye .
3- (Ew Xweda) Rehman û Rehim e
4- Xwedîyê roja axretê (xelat û cezayê) ye .
5- (Ya Rebbî) Em, ji te tenê ra îbadet dikin û em ji te tenê alîkarî duxwazin .
6- Me bigîhîjîne ser rêya rast .
7- Rêya wan kesê ku te nîmet daye wan. Ne rêya wan kesên ku tu li wan hatiyî xezebê û ên ku ketine delaletê .
Qurana Pîroz û Arşa Wêya Bilind (Abdullah Varli )
1 / SÛRETA FATîHE
Sûretê Fatihe, li Mekke hatîye hinartinê û 7 berate ne .
1- Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
2- Çiqas pesindan û sipasî hene! Hemû ji bona Xuda yê cihanê ra ne .
3- Dilovan ê Dilovîn ewa ye .
4- (Ewa) serokê roja xelat û celatan e .
5- Em hey xurî ji te ra perestî dikin û hey em ji te arîkarî dixwazin .
6- Tu me bîne ser rîyarast .
7- Ewanê te bi wan qencî kirine hene! Ewa rîya wan e. Rîya wan kesne te li wan xeşîm kiriye, nîne û rîya wan kesne, ku tû ji wan bi xeşmî hêrs bûyî jî nîne û (rîya wan kesne) rê wunda û rê wundanok bi xweber jî nîne. (Tu evan dilxwazîne me litê bike .)
Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz (Mele Muhammed Garsî Farqîni )
1 / SÛRETA FATîHE
1- Bi navê Xudayê mihrîban î Dilovan
2- Pesn û sipas ji Xuda re ku perwerdekarê hemû alemê ye .
3- Ê mîhrîban î dilovan
4- Xudanê roja xelat û celatê .
5- Em her te dihebînin û em tenê ji te alîkarî dixwazin
6- Tu me bide ser rêya rastîn
7- Rêya ên ku te qencî bi wan kiriye; ne ên xeşim li wan bûye û ne ên rê şaş kirine .
Wergera Qur’ana pîroz Bi Zimanê Kurdî (Mela Huseyîn Esî, Mela Se’id Girdarî, Mela Muhammed Bêrkevanî )
1 / SÛRETA FATîHE
1- Bi Navê Ellahê Mîhrîbanê Dilovîn
2- Hemd ( pesn û sipasî) ji bo Xwedê ye ku perwerdegarê alemê ye .
3- Ew Xwedayê ku Rehman e Rehîm e(mîhrîban û dilovan e )
4- (Ew) Xwedîyê roja hesabdîtin û cizadanê (xelat û celatê ) ye
5- (Xwedêyo!) Em îbadetî bes ji bo te tenê dikin û em arîkarîyê her ji te dixwazin
6- Rêya rast ber me bixe. (me pê serwext bike û li serê rasterê bike );
7- Rêya wan kesên ku te qencî li wan kirî; ne rêya wan kesên ku xezeb li wan bûyî û ne jî rêya wan ên ku rê winda kirin .
Amîm (Xwedayo! Daxwaza me qebul bike )
Ronahîya Qur’ana pîroz (Mela Muhammed Hakkarî )
1 / SÛRETA FATîHE
Bismllahîrehmanîrehîm
1- Bi navê Xwedayê Rehman û Rehim
2- Medh û sena xweser her bo Xudê bin, ku ew rebê hemî alemê ye .
3- Her ew e yê Rehman ( ku di dinya yê da rehmê bi hemî mexloqara dibet) û ew yê Rehîm e (ku hema dê di axretê da rehmê bi îmandara bitenê bit )
4- Her ew e xudanê roja xelatkirin û cizadanê (ku roja qiyametê ye )
5- Em hema her îbadetî bo te bi tenê dikeyn û her harîkarîyê jî ji te tenê dixwazin (ey Xuda !)
6- Tu, me raste rê bike li ser rêka rast û durust (ku rêka dînê îslamê ye )
7- Rêka wa kesa, ewêt ku Te, çakî li gel kirî, ne ku rêka wa kesa, ewêt ku xezeb lê hatye kirin û ne jî rêka wa kesa ewêt ku ji rêka heq derketin û xirhayîn
(Amîn )
FİKRÎ AMEDÎ : http://fikriamedi.blogspot.com /
|