Lapere Destpeke
  Pirsyar  u  Bersiv
  Islam   u    Jiyan
  Hozan  u   Edeb
  Bo Rewshenbirya Te
  Gotar   u   Mohazere
  Awaz   u    Sirod
  Peywndiya Ekser

Untitled Document

Ber Bi Têgehishtineka Siyasîve
Fehmi Shinnavi

 

Min, berê gotibû û dîsa jî dibêjim: Vêga Kurd sêwiyên ummeta
îslamê ne. Hin mafên wan hene ku; bi xurtî ji wan hatine standin, divê ew maf li wan werin vegerandin. Birastî heçîku mirovê sewî ye, xurtî lê nayekirin lebele; ev qaîdeyê giştî hatiye binpêkirin, ji bo Kurdan tu kes wî qaîdeyî nabînê, bêmane û pûç dihêle û vêga li her welatekî bi qasî ku neheqî li Kurdan tê kirin li tu kesî din nayekirin.
Min, berê jî dabû zanîn ku; ez neparêzerê Kurdan im, wan ez nekirime wekîlê xwe ku; ez li ser navê wan bipeyvim û bergiriya mafê wan jî bikim. Heke ez rastiyê bibêjim û ji bilî heqiyê meyla tiştekî dî nekim ez baş dizanim ku dilê Tirk, Fırs û Ereban dê ji min bimîne û ew yê ji min bixeydin, heke ez rastiyê nebêjim û nehêlim dilê wan bimîne wê gavê ez xiyanetê li heqiyê dikim û dibim pişkdarê neheqî û zulima wan. Lewra wan dest danîne ser welat, bajar, çem, çiya û serweta Kurdan a sererd û binerdê û ku ne bi xurtî be ew dest ji dagerkeriya Kurdistanê bernadin jî. Lewra ew av, petrol û madenên wê ji bo xwe û raya xwe ya jiyanê dibînin û dizanin.
Ez dîsa dubare dikim; vêga li her welatî mafê hevwelatiyê ji Kurdan hatiye standin û ew di perwerde, karmendî û wezîfeyên resmî de -heke Kurd di van wezîfeyan de bi têkoşîna xwe heqekî bi dest bixin û digel xeyrê xwe wekhev bijîn jî- sinıfê diduyê ne. Gelî Tirk û Fırs û Ereban! qey çi heqê we heye ku hûn xwe bi nijadpeweriya xwe ya erebî, tirkî û Farisî qure dikin û hûn xeyala Kurdewariyê jî li wan qedexe dikin? Hûn vê nijadperweriya Kurdayetiyê –dema ku lehiya wê rabe- ji hersê welatan re wek komployekî dinirxînin, qebûl dikin. Hey gidî ev çi nakokiyeke yeman e ku hûn dibejin: Divê her milletek welatê xwe yê serbixwe hebe û hûn pesnê welatpareziyê didin. Dîsa hûn dibejin: “Welatperwerî ji îmanê ye! Kesê ku bêdewlet û welat be îmana wî jî nîne” piştre jî hûn heyîna welatekî serbixwe li Kurdan qedexe dikin? û hûn -li gorî xwe- wan ji îmanê jî bêpar û mehrûm dihêlin. Qey hûn bi çi rûyî hêvî ji Kurdê Îraqî dikin ku ew ji bo berjewendiya xeyrê xwe rabe şerê birayê xwe Kurdên Îranî yan jî Kurdên Turkiyeyê bike û xwîna xwe ji bo dîgerê xwe birjîne? Çawa hûn bi du şehînan dikişînin lo! Çawa hûn bi du endazên dijraber tevdigerin lo!!
Hey gidî! Çawa hûn ji bo xwe bi şehînekî dikişînin ku; li gorî wê ji bo her yekî ji we; Tirk, Faris û Ereban welatekî serbixwe hebe, nijadperweriyê pak bidêre; li ser wê stranan bibêje, sirûdan bixwîne, helbestên welatparêzî birêse, çand, huner û folklorên welatê xwe sax bike û li ser piyan tim zindî bihêle.. Lêbelê gava ku dor were Kurdan û ew jî yekî ji van mafan bixwazin hûn vê daxwaza wan ji bo gelê xwe û dewleta xwe wek xiyanet u komployek û navtêdaneke derveyî dinirxînin û qebûl dikin! De dev ji vê durûtî û sextekariyê berdin! Qey hûn fihêt nakin?
Dayîkên Kurdan ew azad anîn cîhanê, ji bo Xudê, de ka ji min re bibêjin; we kengî ew ji xwe re kirine kole?! Gelo wê roja ku Selaheddîn serfiraz û serkevtî bû, we, ew ji xwe re kirin kole newilo? Naxwe, çi çaxî? Gava ku hûn bi filehên Misrê re didin û distînin çima hûn vê gotina «we ji kengî ve insan ji xwe re kirine kole, haleve ku dayîkên wan ew azad anîne dinyayê» Umerê kurê Xettab -Xudê Teala jê razî be- a ku jı ‘Emr kurê ‘As re gotî di bîra xwe tînin, digel ku ew ne ji ehlê dînê we ne? Lêbelê gava ku Kurd azadiyê dixwazin çima hûn wê gotinê di bîra xwe nayênin, haleveku ew ji ehlê dînê we ne jî. Ev çi durûtî ye?!
Ya gellekî ecêb û xemnak ev e ku; çawa ev neheqî hemû di nava regezên yek ummetî de, di navbera unsurên ummeta îslamê de diqewimin? Gelî Tirk, Faris û Ereb! Çawa hûn destûr didin û dihêlin ku ev cudaperestî bikeve şehîn û endaza îslamê, çawa hûn destûr didin û dihêlin ku azadî were xesibkirin haleveku îslam hatiye ji bo ku duçînîtiyê û cudaperestiyê ji nava mislimanan rake û azadiyan bi pêş ve bibe, serbest bike?!
Birano! Gava ku em ji bo xwe li Misrê, li Tirkî, li Sûrî, li Îraqê yan jî li Îranê dewleteke serbixwe bixwazin û vê rewşê normal bibînin, wê çaxê bivê-nevê divê em heman daxwazê ji bo kurdan jî normal û rewa bibînin û piştgiriya daxwaza wan jî bikin. Gerek e, em bi durustî tevbigerin û dest ji sextekarî û xwexapandinê berdin. Gava ku em destûra welatparêziyeke Erebî û Tirkî û Farisî bidin û bêzirar bibînin, hingî divê em destûra welatparêziya Kurdî jî bidin, ji wê re jî musamehe bikin û wê jî daxwaz û bizaveke welatê xwe bizanin.
Heçîku edalet e, tiştekî standard û bêteref e. Hîç nemumkin e ku du encamên wê yên dijber hebin; dema ku ji bo Kurdan bi kar were encama wê, yê bi zirar û felaket be û dema ku ji bo Ereb, Tirk û Farisan bi kar were encama wê, yê bi feyde û merhemet be! Ev nakokiyeke eşkere û tam nedurustî ye.
Birastî mirovî sergêj û şaş dihêle ku “Hejêkirina welêt ji îmanê be” û li çar aliyên cîhanê hejêkirina welatî di qelbê zarokên her kesî de werê çandin û şitlandin û ev yek werê teşwîqkirin jî, lêbelê; zarokê Kurdan ji vê nimetê were bêparkirin û hejêkirina welatê wî lê were qedexekirin. Piştî vê jî însanê Kurd li welatê xwe perwerdeya bi zimanê xwe nebîne, digel xeyrê xwe bi awayekî wekhev nebe memûr û di warê tendurustî de wekî xelkê ji mafê hevwelatiyê îstîfade neke û nebînê..
Ev çi sextekarî ye? Ma tu nabînî ku bêjeya “Kurd” di zimanê her kesî de bi maneya qels, bêmejî, lawaz û fehmkor bi kar tê?! Tu bi xwedê kî, de ka ji min re bibêje vêga, kurd dê çawa welatparêzîya ku hesteke siriştî ye û eynî wekî meyla dayîkê ye bi kar bînin.
Gelo kurd bi hev re dê şerê çar dewletê xurt; Tirk, Îran, Îraq û Sûrî bikin? Gelo di heman demê de yê şerê herçaran bikin?. Yek ji cizayê ku Xudê Teala hîn li vê dinyayê daye sûçkeran e ku hin ji ereban Îsraîl nasdikin û hinên din jî ji naçarî Îsraîl nasdikin. Lêbelê heçîku kurd in, tu kes welatê wan; Kurdistanê nas nakê.

KURDİSTAN YA ÎSLAMÊ YE.
Li rojhilata navîn û ya nêzîk kîjan dewleta ku heye Emperyalîzmê her ew damezrandiye, sînorên wê yî coxrafîk ji dirêjahî û firehî ve bi cetwelan tayîn kiriye, jê re desthilatiyek bi dest xistiye.
Di vê serdema ku emperyalîzmê sûcê ev qas giran kiriye û dewleta osmanî ev qas perçe perçe kirî û li van dewletan parve kirî de bi hişyarî nehiştiye ku dewleta Kurdistanê ava bibe. Her wekî ku Kurdistan nanek be û li çar devên şelaf û xwere were parvekirin, welê li ser çar dewletan dabeş kiriye. Perçekek daye ser Tirkî, perçekek daye ser Îraqê, perçekek daye ser Îranê û perçekek daye ser Sûrî û perçekek dîtir jî daye ser Soviyeta berê ku vêga dikeve navbera Azerbêcan û Ermenistanê. Digel ku Emperyalîzmê teşwîqa dewletokên piçûçik û yên etnîkî kiriye wek numûne; ji cihûyan re Îsraîl û ji Maroniyan re Lubnan ava kiriye. Her wiha ji Durziyan re jî rexê Lubnanê yê çiyayî veqetandiye, lêbelê; bi vê prensîba xwe re ketiye nakokiyê û bi awayekî vebirî hîç keys nedaye Kurdan ku ji bo xwe welatekî millî ava bikin. Haleveku hijmara wan sî carî ji ya cihû, maronî û durziyan pirtir e jî. Wisan xuya ye ku di bara neheqiyê ya li Kurdan de rojhilat û rojava herdu bûne yek û bi hev re biryar dane.
Birastî ji aliyê nêrîna Emperyalîzma Rojava ve tu sedemek tune ye ku nehêlin dewleta Kurdistanê ava bibe. Lewra ew ji dilûcan dixwazin herêma Rojhilata Navîn kerker bikin. Lêbelê ji bo wê sedema ku nehiştiye dewleta Kurdistanê ava bibe ev e: Emperyalîst baş dizanin ku Kurd perçeyê Îslamê, yê desthilanînê ne. Ew leheng û fêrisê wê ne. Lewra emperyalîst, ji şerên Hettîn û Dimyatê derbê Kurdan dizanin.
Birastî gava ku mirov dêhnê xwe bide Emperyalîzmê û lê binêre mirovê bibîne ku perçe perçekirina gel û welatan şîwe û adetê wê ne. Naxwe nexerîb e ku Kurdistan jî perçe perçe kiribe. Wek numûne; berê dewleta Elmanyayê jî kiribû du perçe: Elmanyaya Rojhilat û Elmanyaya Rojava. Da ku Elmanyayeke yekgirtî ava nebe û wekî serdema şerên cîhanê yên yekem û duyem dîsa bi karwanên xwe yên leşkerî êrîşî wê neke. Lêbelê gava ku mirov bala xwe baş didiyê mirov dibîne ku emperyalîzmê karesata ku anî serê Kurdistanê ji ya ku berê anîbû serê Elmanyayê hîn kambaxtir e. Heft xwezî bi Elmanyayê, xwezî Kurdistan jî kiribûya du perçê tenê û hew. Lê ev nekiriye. Lewra Kurdistan kiriye çar-pênc beş. Ji xêra mîrê keremê re ku tişta anîbû serê Elmanyayê ew tenê anîbana serê Kurdistanê jî. Xwezî wekî Elmanyayê li her perçeyekî Kurdistanê jî yekîtiyeke Kurdan a serbixwe hebûya û xwe bixwe îdarekiribana. Na, na! Emperyalîzmê ev yek ji Kurdan re pir dîtiye, her perçeyekî Kurdistanê daye ser welatekî. Ji vî alî ve Kurd bi qasî Elmanan ne xwedî sûd û bi şens in. Û ji vî rexî ve dabeşkirina Kurdistanê ji dabeşkirina berê ya Elmanyayê hîn xopantir û kambaxtir e.
Birastî Emperyalîzmê, ne ji bo ku şerê Kurdan tenê bike Kurdistan perçe perçe kiriye, belkî bi dabeşkirina Kurdistanê nehiştiye ku regezê îslamê yê leheng û şerker bibe yek û bi mebesta ku şerê îslamê dikin Kurdistan perçe perçe kiriye. Lewra gelê Kurd serê sertîra îslamê ye. Gava ku serê sertîrê bibe çar-pênc perçe tîr bi timamî xirab dibe û hew bi kêrî tiştekî tê û êdî tîravêj ji desthilanîn dikeve.
Birastî Rûsyayê berê bi Efxanistaniyan re şer ceriband, ketibû nav herî û teqanê û tûşî lehengî û mêrxasiyên wisa hatibû ku di tarîxa xwe de numûneya wan nedîtibû û nebînabû. Ji vê zêdetir jî xewn û emela mucahidan a ku; gelo rojek heye ku têde mislimanên nava Rûsyayê hişyar bibin û li berê serî hildin û daxwaza wan tam bi cî hat. Di wê serdemê de Rûsya naçar mabû ku dest bi propexanda reşkirinê bike û bêbextî, telaqreşî, bertîlxwerî, eroînfiroşî, gellacî û hemû karên nerewa bixe stoyê serokên mislimanan û awayên lehengiyê çepel nîşan bide. Heçîku nizane, yê zen bike ku xaçperestên hemdemî zehf paqij in, ferîşte û nêzîkî Xudê Teala ne haşa! û misliman jî gellac û fitnexwaz in. Lêbelê tam dijê vê îdîayê rast e.
Dava ku berê Rûsyayê li ber mislimanê Efxanistanê vedabû vêga bi bêpêjneke canhelên du qatî wan li ber Kurdistanê vedidin. Di sedsala ku hê werê de pêdiviya xwe ya herî mezin bi dest xwe ve tînin û dighîjin mirada xwe. Pêdiviya wan jî ev e ku; nahêlin civatek derkeve meydanê û bi navê dîn şer bike. Gelî mislimanan! Ew civat jî Kurd in, ew in serê sertîra ummeta îslamê.
Emperyalîstên Rûsî û Rojavayî merhebayê didin mislimanên aştîxwaz û munafiq, ewên ku; bi dizîka diçin qasid û nûnêrên Îsraîl di cihên reştarî de, yan jî di hundurên qesr û nûnêrgehan de dibînin, ewên ku; xaç dixin stoyê xwe û bi ser bejna xwe ya ternal ve berdidin.
Emperyalîst merhebayê didin wan mislimanên ku xwe dixapînin, ewên reben û riswa yên ku; serweta xwe ji wan re di sindoqên “Dêran û Fabrîqeyên çekan” de depo dikin. Ew mislimanên ku serweta xwe di bankên faîzê de hilînin, ew mislimanên şerpeze û riswa yên ku; çekan distînin dixwazin sirf ji bo ku li wan meyzînin û xwe bişibhînin şerker û têkoşeran. Hey gidî ew çi qasî reben û qels in!
Lêbelê Emperyalîst vê bixwe jî ji wan evdalan re qebûl nakin digel ku zanin ewê bikeve destê çelîpayê wî yan jî bikeve destê yekî ku ji xaçperestiyê bêtir dostaniya wan bike jî. Heçîku Kurdistan e, ne mal û serweta wê heye, ne jî çeka wê heye. Lêbelê îmana wê heye. Digel vê rebeniya Kurdan jî dîsa ew ji wan bi sawîr û bi tirs in. Ji bo vê yekê, nahêlin Kurdistan ava bibe.

MİSYONA KURDİSTANÊ
Ji aliyê niştîmanî ve Kurdistan ji hemû welatan cuda ye.. Xelk nikarin bifikrin ka Kurdistan dê çawa ava bibe? Gelo ew niştîmanek e, yan jî neteweyek e? Heke ew niştîmanek be maneya avabûna wê têkçûna Tirkî, Îraq, Îran û Sûrî ye. Piştre, naxwe divê li ser enqaza wan Kurdistan ava bibe. Gelo ew neteweyek e? Heke Kurdîtî neteweyek be jî gelo ew ji milliyetperweriya Erebî xurttir e? Em bixwe baş dizanin ku bizava Erebperwerî ji serdema Şerîf Huseynî hetta serdema Cemal Ebdun-Nasir her têkçûye. Naxwe ji bo ku bighe armanca xwe û bi serbikeve divê Kurdayetî ji Erebîtiyê pir xurttir be.
Heçîku Kurd in, ew tu rojekî welatekî mîna ku em fehm dikin û milliyetperweriyeke mîna ku em têdighin nefikirîne. Kurdîtiya ku rebeniya wan jî nikare wan jê vegerîne ev e: Kurd dixwazin bira bighin hev; birayên li Tirkî, Îran, Îraq û Sûrî bighîjin hev. Kurd dixwazin li gorî wî hiqûq û mafê ku li her deverên cîhanê bira tên bal hev û du û li gorî wî heqê ku endamên her malbatekî tên cem hev ew jî bêne cem hev..
Lê sed heyf û sed mixabin ku ev mafê xwezayî jî ji Kurdan hatiye standin, ew di nava çar dewletan de hatine parvekirin û bi zulmeke ku tu kesî nedîtiye nebînaye û bi wehşeteke hovane li wan hatiye qedexekirin ku ew bêne cem hev û du, her wekî ku ew qaşilên civata însên û riswayên mirovan bin welê muamele dibînin!!

MANEYA AVABÛNA KURDİSTANÊ
Maneyeke avabûna Kurdistanê heye û rêyeke avabûna wê heye. Kurdistan mumkin e ku di encama yekîtiyeke dorfereh a îslamî de ava bibe ku ew li rojavayê Asyayê pêk were û ku ew yekîtiya îslamî tixûb ji neqeba Tirkî, Îran, Îraq, Sûrî û Qefqasyayê rake. Ha ji ber vî cihê wê yê jeostratejîk û jeopolîtîk emperyalîst nahêlin Kurdistan ava bibe. Hem Rûsya, hem Rojavayî hem jî dûvik û nokerên wan ên li Asyayê nahêlin Kurdistan ava bibe. Lewra ew bi nehiştina xwe ya avabûna Kurdistanê nahêlin dewleteke yekgirtî, xîlafetek û yekîtiyeke îslamî jî ava bibe.. Jixwe ji mirovê têgiha re neveşartî ye ku emperyalîst li Asyayê dixwazin ra û kokên îslamê hilkin û wê tune bikin.
Jixwe Tirkî li cahiliyyeta xwe ya pêşîn vegeriyaye ku navê wê “Laîkî” ye. Ev yek eynî wekî vê ye ku navê qasidên xaçperestiyê jî misyoner e. Berê her wiha bû, Îraq jî li “Beastiyê” vegeriyabû û hefsarê wê jî di destê Meyşîl Efleq û Tariq Yohenna Ezîz de bû. Ev kesên han li rojavayê Asyayê misyona xaçperestiyê hilgirtibûn û bi awayekî sinsî Filistîn kirin welatê cihûyan û maroniyan jî teşwîqî cudaperestiyê dikirin/dikin, da ku welatekî wan ê serbixwe çêbibe û ew li ser mislimanan bibin desthilat… Heke ev yek çênebe jî ji hindikayî da ku kantoneke wan a nîv serbixwe çêbibe...
Emperyalîstan, jixwe berê bi dabeşkirina Pakistanê bi bal Pakistan û Bengladeşê ve ew têkbiribûn, ducaran Hindistan berdabûnê û di berberiya çekên nûkleerî de kirin ku Hindistan bikeve pêşiya wê.
Her wiha dixwazin li Asyayê îslamê tune bikin, vêca çawa hêvî dê ji wan hebe ku bihêlin Kurdistan ava bibe? Naxwe maneya avabûna Kurdistanê pêkhatina şoreşeke dorfereh a îslamî ye ku Tirkî, Îran, Îraq, Sûrî û Qefqasyayê bide ber xwe, yan jî maneya wê ev e ku beriya avabûna Kurdistanê yekîtiyeke îslamî ya berfereh pêk were ku van hemû welatan di nava xwe de bigre. Yan jî maneya wê ev e ku regeza misliman a ku li her deverê bi mêrxasî, xweragirî û egîtî şer dike vegere qadê. Bêguman ev sebata vêga ji vegerîna mislimanan a meydanê tenê perçekekî besît e.. Yanî bi xilasbûna Kurdistanê alema îslamî jî dê bighîje armanca xwe û bi ser bikeve..
Jixwe tiştekî ne bi dizîka ye ku Seleheddînê Eyyûbî Kurd bû, di wê serdema ku Ereban xwe ji xaçperestiyê re tewand û radest bûn û pirê wan bi serekên xaçperestiyê re peyman çêkirin de Kurdan hêza xaçperest ji nav bir û ew şikandin, ji ber vê yekê ye ku xaçperestiya hemdemî û dûvikên wê heyf û tola xwe ji neviyên Selaheddîn hiltîne.

ŞOREŞA ÎSLAMÎ Û KURDİSTAN
Diviyabû şoreşa îslamî ya Îranê di van rasteqîneyan gihabûya û bawerî bi vê bianiya û ji vê hîn bêtir jî bawerî bi yekîtiyeke îslamî ya li hemû parzemînan bianiyana ku ji hemû dewletan û ji hemû xelk û nijad û welatan pêk werê. Lewra ev stratejiya îslamê ye. Lewra îslam bêdewlet nabe, dewlet bêummet nabe, ummet jî ku ji hemû tixûbên dewlet, nijad, milliyet û coxrafiyan derbas nebe, nabe.. Lêbelê sed heyf û sed mixabin rayedarên Îranê jî wezîfeya xwe ya îslamî bi cih neanîn û li hemberî gelê bindestê Kurd bûne hevpeymanê kemalîst û Beasiyan!!
ÎSLAM, ŞÎAR, ŞERÎET Û ŞER’ÎYET E
Heçîku şîar in, ew ferz, sunnet û îbadet in ku ji Xudê Teala re tên kirin. Heçîku şerîet e, li ser şîaran dadimezire û piştî ku şîar di nava milletekî de pêkhatin û ew eda kirin û şerîet tetbîq bû û gotina Xudê Teala di nava xelkekî de daraz kir di pey wê de jî şer’îyet tê, rewatiya rayedêr, îmamî, xelîfe û mezinê muminan -yan jî hûn çi navî lê bikin- tê.
Ev rayedar ji bo hemû nijad, xelk û welatan dibe cîgirê Peyxamber -dirûd û silavên Xudê Teala lê bin- îmam, rayedar yan jî hikûmet rewatî û şerîyetê temsîl dikê. Emperyalîstên cîhan naxwazin îmamek, desthilatiyek yan jî hikûmeteke Kurdan çêbibe. Gava ku Îslam li Tirkî, Îran, Îraq, Sûrî û Qefqasyayê bi ser bikeve wek gava vê yekê ya pêşîn divê hikûmetek ava bibe ku hemû Kurdan temsîl bike. Gava ku Îslam di van welatan de ji yexsîriyê reha bibe di cih de yê ev hikûmet ava bibe yê wek gaveke dilawer yê dest pê bike û ji Asyayê ber bi cîhanê tevî ve serbestiya Îslamî pêk were.
Avabûna Kurdistanê nîşana bi cihhatina hemû xewnê mislimanan e, encameke bextiyar a çavnêriya wan a dirêj e ku hettanî kêlîka rizgariyê jî çavê wan li benda wê ye. Îro nezanîna me ya pirsgirêka Kurdistanê ji nezanîna me ya van hemû maneyan tê, ji paşmayîna me ya huneriya azadiyê û ji bêçareyiya ummeta îslamê ya ku ji peyrewîtî, rebenî û riswatiyê tê.

RÊBAZ-METOD
Ji bo rizgarbûna Kurdistanê du metod hene ku herdu jî bi îslamê ve girêdayî ne. Lewra Kurdistanê derfeteke tenê heye ku ew jî ev e: Divê ew bibe serê sertîra îslamê da ku bikare qeyd û bendên koletî û bindestiyê bişkînê û bi pêşve here, şer bike û têbikoşe. Ji vî xelkê mezlûm re hatiye dayîn û li qedera wî hatiye nivîsîn ku ew bibe şûrê îslamê...
Gelê Kurd di nava hemû xelkên misliman de gelê yekem e ku ji nijada wî di navê de hindikahiyên xeyrêmuslim nîn in. Ew giş ji bavê xwe ve misliman e û ji roja ku ketiye îslamê û hettanî îro jî tev mêrxas û şerker e.
Rêbaza yekem a avakirina Kurdistanê ev e ku; xîlafeteke Îslamî ava bibe, hemû mislimanan bike yek, dawiyê jî Kurd di nava wê de bibin eyaleteke yekgirtî.
Rêbaza duyem ev e ku; pêşî Kurdistan wek dewlet ava bibe, hemû Kurdan bike yek û bi vî awayî Kurd hemû mislimanên din mecbûrî vê yekîtiyê bikin.
Lêbelê hîç ferq nake, çi Kurdistan bi rêya yekser, çi jî bi rêya neyekser ava bibe. Kurdistan di herdu rewşan de jî avisa bi vê ye ku yekîtiya Îslamî li ummetê ferz bike. Ev giringiya stratejîk a Kurdistanê ji vê rastiya zelal û eşkere jî xuya dibe lewra her siyasetmedarê ku baweriya wî bi yekîtiya Îslamî nîne kul û derdê wî ev e ku; şerê Kurdan bike û wan derbeder bike. Belkî bêhiş û bêtêgihiştina xwe vê dike. Her wekî ku ev hesteke kûr a rayedarên sekûler û laîk e ewên ku; li hemberî yekîtiya Îslamî radibin. Wek numûne Ataturk, roja pêşîn a ku Tirkiya laîk ava kir di cih de şerê Kurdan kir. Seddam jî kêlîka pêşîn a ku desthilatiya Îraqê xist destê xwe dest bi şerê Kurdan kir û wan bi çekên kîmyawî qir kir.
Di van herdu numûneyan de uslûbê derbederkirina Kurdan bi awayekî civatî, berfereh, gelemperî û wek derbederiyeke amûtam pêk tê..

ENCAM
Pirsgirêka yekîtiya milletê Kurd lazim e ji her siyasetmedarî re derd û mesele be heke karê yekîtiya Îslamî wî elaqedar bike. Lewra meseleya yekîtiya Kurdan bi yekîtiyeke Îslamî û xîlafeteke yekgirtî ve girêdayî ye. Ev herdu mesele jî bi timamî bi hev û du ve girêdayî ne.
Çareseriya Îslamî ji bo pirsgirêka Kurdî ev e: Divê ji bo damezirandina xîlafeteke Îslamî xebat werê kirin. Çawa li qedera Kurdan hatiye nivîsîn ku divê ew bi xwîn, can û şûrê xwe îslamê biparêzin eynî wisan li qedera wan hatiye nivîsîn ku divê ew ji bo dîsa vegerandina xîlafeta Îslamî bibin pêşajo û ew bibin rêber û mezinê mislimanan.

NOT: Ev nivîsa hêja ji kitêba Şînnawî yê merhûm a bi nav “Sêwiyên Ummetê Kurd” û nivîsa wî ya ku di kovara “el-Muxtarul Îslamî”de ya sala 11. hijmara 96 ya tarîxa 1990 ê hatiye amadekirin. Va nivîsa Şînnavî delîl e ku ereb hemû ne dijminê mîlletê kurd in, lê gelek dostê kurda jî di nav ereban de hene