Her ek jime dvêt jîyana wî ya xosh u bextewer bît d duniyayê u d qebrîda u l jîyana dumahîyê anko l axretê , u her armanceka mirov bu xu bidanît pêdvîye l dwîf hindek rêka bçît u jiwê rêkê ne derkevît da bigehîte armanca xu , evejîk hindek rêkin yê l dwîf van rêka bçît dê jîyana wî ya dunyayê u axretê ya bi bextewer bît belê ewjîk b mercekî !? ewê dest bivan rêkan diket pêdvîye hindek sozan bidete xudê teala heta mirnê u jivan sozan lêvenebît demê xudê teala dibêjît ( واللذين يوفون بعهد الله ولا ينقضون المثاق )
1- soza ekê : ewê em hoshyarî her pênc nivêjên xu bin u bu xu shikandin bikeyn çonkî nivêj rêkeka peywendîyêye digel xudê teala u her ev nivêjeye behna mirovî fireh diket .
2- soza duwê : em rewshtên cwan lidef xu peyda bikeyn u sozê bideyn jêve nebîn mîna rewshtê rastgoyîyê u dilpakîyê u dilsozîyê u guhdarîya deyk u baban u dijatîya sheytanî u hevalînîya çakan u bcih inana soz u peymanan u rêzgirtinê u zêrevanîya xudê teala ….htid . jivan rewshtan eger em pêgîrîyê pê bikeyn u ldef xu peyda bikeyn her ek jivan babeteke u her ek çareserîya nexoshîyeka mirovî diket .
3- soza sîyê : em çewa kar dikeyn bu dunyayê da mirov bijît u jîyana xu b rêve bibet eha hosa bu axretê jîk kar bike , çonkî sefera axretê dwîr tire u pitir pêdvî karî u berhevîyê ye eger me l dunyayê ç behreya bash ne kir bizane jîyana te ya axretê jîk ya bextewer nabît .
4- soza çwarê : soza çwarê ya em dideyne xudê teala ewe em bbîne bangewaz d dunyayê da u dînê xudê teala bigehînîn , chonkî pexember ( silavên xudê liser bin ) dibêjît ( بلغو عني ولو اية ) . eger em van sozan bcih bînîn u inyetên xu safî bikeyn bu xudê teala dê d dunyayê da jîyaneka xosh beyne serî u l axretêjî dê rwîh spî bîn beramber xudê teala u dîyarîya te dê beheshta xudê teala bît demê xudayê mezin dibêjît (من عمل صالحا من ذكر اوانثى وهو مؤمن فلنحيينه حياة طيبة ولنجزينهم اجرهم باحسن ما كانوا يعملون )
|