ya xoyaye di cîhana dest helat û siyasetê da korsîk ya boye armanca serekî û
xoziya mezin û ew hîviya hemî xebat û bizav bo di hêne kirin .
di bît pirsiyarek bête kirin , bêjît eger siyaset bo korsîkê nebît çi mifayê
xo heye,yan kes nîne di meydana siyasetê da daxwaza korsîkê neket?!di roja me
ya evro da goman têda nîne ev çende merema serekî ye bo siyaset û desthelatê,
lê girêk û arêshe,ne li vêre ye !!
bi dîtina min giropê siyasî û siyaset medar daxwaza deselat û korsîkê bi ken
karekê zor yê siroshtî ye belê ne liser têk dana azadiya xelkekî bît yan siyaset û deselat ne bo xizmet û bexteweriya milletî bît . tewerê serekî û armanca tevayî û tevaiya texeyên milletî her eveye .
di cîhana meda siyaset medar ç xodanê korsîkê bi tinê razî nabît hokmî bi ket û hemî berhemên welatî didest da bin belkî bi sedan kiriyar û rewishtên ne ciwan û ne di cih da û ne yasayî di ket azadiya xelkekî jî têk bi det.
ji ber hindê evro heta rapirsînek jî bihête kirin behra pitir ji xelkekî gehishtîne wê hezê û qenaetê eger azadiyeka temam hebît û xelik bi dilxoshî
rêveberiya jiyana xo biken,gelek heza korsîk û postên siyasî û heta yên mîrî
û îdary jî nemaye.
lewra ez di bînm ev çende mezintirîn girêke evro di navbera milletî û dest helata siyasîda dorst boy bi dîtina min cihê hindêye bo her kesekî cihê biryarê bît , yan peiywendî dar bît,yan berjewenda milletî bi vêt yan bizanît
metirsiya vê girêkê çende ,dê hemî shiyan û bizavan dene karî ev boçone di jîwar û mejiyê milletî da nemînît .
* her wesa cihê hindêye dest nîshan bi keiyn kanê korsîk di hizra xelkekî da
çiye û çewa di êne wêne kirin ?!
evro çonkî di rêka dest helata îdary û hokomî da li piraniya deselatên deverê û dewr û ber seredery ne bi rengekê yasayî û mirovaty di ête kirin,her wesa
gelek caran hibên dest helat dar çi girop bin û çi take kes bin pishik dariyê
di jiyana xelkekî da di ken , û gelek caran dergehê bazirgany û jiyarê û ber firehiyê di vebirîne li ser texeyeka hizbî yan siyasiya tayibet yan bi rengekê gishtî korsîk di ête bi kar anîn bi tinê bo xizmeta kesî ne ya milletî , ji ber hindê ev hizre di mejiyê xelkî da hatiye çandin.
lê pêtiviye em amaje bi deyine wî rengê azadiyê ko boye cihê daxwaza xelkekî yan danaye ber korsîkê ?
1- azadiya bazirganî û krîn û frotin û brêvebirna jiyarê bi rengekê asayî , anko weste u yen badekê bazirganî destîda nemînn , yan pitr pishtevaniya azad bête krin .
2- bi cho rengan postê hzbî u siyasî û idarî û mîrî ne hête bikar inan bo berjewenda kesî , belkî yasa serwer bît bo hemî kesa û lihemî cih û deman
3- tagîriya hzbî nemînît diher dezgehekê mîrîda çonkî gelek caran hêza kesî ne jikorsîke ye belkî ji pishtevaniya hzbê ye
4- pêtvî û karên rojane yên civakî bi dat perweriyê çavderîi bo hêbît bitaybet demê arîshe û qeyran mishe dbin
5- teyin krin û damezrandin liser behremendî û bwername û shiyanan bête helsengandin , ne liser hizbatî û mirovkanê û westeyan
6- ev rengê noke xodanêt korsîkan xo exstîne têda wek texeyeka taybet ya d cihe xoda nîne û dvêt nemînît çonkî ne ji nîshanên milletê pêshkeftî ne
* eger em bêjîne vê çendê , grift , yan grêk , yan arîshe , yan rewshtekê lawaz , cihê hndêye kar bête krin bo çakiyê û çakirna wê bi hemî raman û shiyan .
|